PKK Resmi İnternet Sitesi

HPG Resmi Sitesi

Gerilla TV

HPG Wêne

DİVÊ DİLSOZÎ Û GİRÊDANA XAKÊ WEKE DAYİKA GULNAZ BE

Di xeta rêheval Zîlan de, bi hest, moral û coşa ku em ji şagirtiya wê ya layiqê wê ya têkoşeriyê mirov di asteke mezin de diponijîne. Ev jî rastiyek e ku azwerî û biryardariya rêhevalên ku di riya Rêbertî û şehîdan de dimeşin nirxên me yên bilind pêk tînin. Ev jî rastiyeke ku bi çavan tê dîtin e. Ev nirx bi xwîna rêhevalyan pêk hatiye. Jiyana wan, beramberê ya zanyar û derwêşan e. Mirov dikare di kesayetiya gelek hevalan de vê bibîne. Ev, ardiliya xwe di kesayetiya rêhevalyên Êrîş û Andok de bibîne. Wan nîşanî me daye ku yekane riya diçe heqîqet û azadiyê ji bo Rêbertî û şehîdan têkoşîndayîn, ligel vê, di xeta rêheval Zîlan de meşîn e. Van rêhevalan di rêya jê bawer dikirin de bêyî ku qet tu astengan nas bikin, di vê rê de meşiyane, her cure lîstikên dijmin ên dayî pêşiya wan berevajî kirine, di rêya heqîqetê de darbeyên mezin li dijmin dan; hêvî û bextewarî dane rêhevalyên xwe û wisa gihane rasteqînê. Bi çalakiyên xwe, nîşanî me dane ku Rêbertiya me ya em afirandine ne tenê ye.

Her tim dijmin xwestiye rêbertiya me tenê bihêle. Di bin şertên giran ên li ser Rêbertiyê tên ferzkirin de ev polîtîka hene, dixwazin rêbertiya me tenê bihêlin, navbera wî û rêhevalên wî vekin û rêhevalên wî ji têkoşînê sar bikin û marjînal bikin. Me hinek tişt li dijmin nedane ferqkirin ku van dike. Namzetên têkoşeriya Rêbertiyê heta ku Rêbertiyê ji Îmraliyê ji hêla fizîkî ve azad nekin, divê bizanin ku jiyan ji xwe re heram kirine. Aşkere ye ku ev israra dijmin çavkaniya xwe ji kêmasiyên me werdigire. Di pêvajoyên giring de em riyeke wê dibînin û xwe vala derdixin. Pêvajoya 2010’an Rêbertiya me dimeşand, di heyameke ku darbeyên herî giran li dijmin dihat xistin de ji nişka ve me li Amedê pênc windahî dan, li Botanê jî deh windahî li vê zêde bûn. Hema piştî vê demeke kurt li Zagrosê 12 windahî çêbûn, bi vî awayî me pêvajo ji Rêbertiyê girt û da dijmin. Dîsa sala 2011’an jî wisa; bûyerên Xakurkê û Geliyê Tiyarê bû sedem ku rêxistina me bedelên giran bide. Encam ne vegera paşve ye lê divê em bizanibin ku bi çarenûsa gelekî û têkoşîneke ewqas salî û bi keda Rêbertiyê tê lîstin. Di kesayetiya rêheval Êrîş û Andok de hatiye dîtin ka dê bi bihîstiyarî û şayişî li dijmin bête xistin. Bi vê zanebûnê dê tevlibûnek çêbe.

Em, namzetên têkoşer ên Rêbertiyê ne. Namzetên têkoşeriyê ji bo xwe bigihînin têkoşeriyê bi can û xwîna xwe yên ked didin in. Têkoşerbûna Rêbertiyê, Mazlûmbûn û Bêrîtanbûn e. Dema pêwîst kir ên ku xwe ji zinaran diavêjin, xwe bi ranzayan ve dialiqînin in. Fêmkirin û li gorî pêwîstiyên wê pêkanîn e. Têkoşerî, di ramyariyê de çalakbûn, di jiyanê de parazvaniyê, di pratîkê de pêşengiyê dixwaze. Têkoşerî, her kêliyê, li her derî ji bo jiyanê biryargirtina rastiyê û daxistina wê ya çalakiyê ye. jibîrnekirina dîroka xwe, baş naskirina dijminê xwe ye. Rêbertî û têkoşerî di heman wateyê de ye. Têkoşerî,  ew tişt e ku dema tu tiliyên du destan bi hev ve bibî bînî dibin yek, yekbûn e. Dema tilî li hev dikevin, pirsgirêka xwehr û rast namîne; dibin yek, dibin heqîqet. Heke Rêbertî û têkoşerî wiha be em ê bibin bersiv. Bi vî awayî em bi mesafeyên dirêj li paş ve naşopînin, em ê li kêleka wî bin, em ê bi hev re bimeşin, bi hev re bibînin û em ê şensê ku beriya Rêbertiyê metirsiyan bibînin, bi dest bixin. Bi vî awayî em ê bi barsivikirina Rêbertiyê hinekî bextewar bibin.

Em dizanin ku di dîrokê de rêberên dixwazin pirsgirêkên gel, netewe û civakekî çareser bikin vedikişin înzîvayê. Ev, carnan salên demdirêj jî vedigire. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî yên weke ûrekî mezin bûyî, hinekî jî bi vî awayî şert e. Bi şertê ku jiyana civakê ya nû, bîrdoziya wê û di xwe de rûniştandina wê ya jiyana zanyariyê ev pêş dikeve û di pratîkê de encama tê xwestin tê bidestxistin. Pêvajoya Rêbertiyê ya Îmraliyê hinekî jî weke înzîvayê tê nirxandin. Rêbertî ji gelek pirsgirêkên rêxistinê ji Îmraliyê bû bersiv. Şênber kir û ji me re bû rêzan. Ev jî rastî ne. Lê em nikarin wêneya Îmraliyê weke înzîvayê binirxinin. Înzîva, rêbaza ku rêber li hemberî daxwazên xwe û pirsgirêkên civakê bikar tînin e. Lê rêbaza Rêbertiyê cuda ye. Li ser Rêbertiyê her dem, her kêlî, her roj destê dijmin heye. Ev dest, têkildarî têkoşîna ku em dimeşînin dadikeve û radibe. Ev di zanebûna vê de ne, em êşa vê di dilê xwe de hîs dikin.

Ez weke mirovekî ku Rêbertiyê afirandî dikarim vê bibêjim; ê ku em ji kirêtiyên xedar ên modernîteya kapîtalît rizgar kirî Rêbertî ye. Rêbertî hinekî çavên me vekir. Heqîqet û azadî nîşanî me da. Heqîqet û azadî her hebû, heta roja me jî hat. Lê belê modernîteya kapîtalîst pêşgirên reş danî pêşiyê, dîtina me asteng kir, Rêbertiyê ji bo em bibînin vekir. Ked û hewldaneke mezin da, hê jî dide. Heke ev neyê kirin, bê dîtin û neyê kirin, ev alçaxî ye. Rêbertiyê destê xwe dirêjî me kir. Em ji wê çiravê xilas kirin. Weke têkoşer û mirovekî ku Rêbertiyê afirandî peywirên cuda yên ku her kesek bike hene. Tişta ku her kesek bike cuda ye. Di PKK'ê de parvekirina peywirê heye. Ez xwe ji bo peywira çalakiya fedayî pêşniyar dikim. Min ev pêşniyar di sala 2010’î de ji hevalê Bahoz Erdal re kiribû. Min bersiva ‘zû ye’ girtibû. Ji wê rojê heta niha bawerî, azwerî û biryardariya min a bi vê jiyanê re zêdetir bûye. Niha ez difikirim ku dema guncan hatiye. Ez niha van tînim ziman. Ez ê bi jêgireke ji kurtejiyana Dayika Gulnaz biqedînim.

Dayika Gulnaz, xwişka Îzet Begê ku pêşengiya serhildana Agiriyê kirî ye. Ji ber serhildanê Dayika Gulnaz tê girtin û dixin girtîgehê. Birayê wê Îzet Beg û kurê wê Sidiq Beg di pevçûnekî de şehîd dikevin, serê wan tê jêkirin û ji bo neyên nasîn gazî Dayika Gulnaz dikin. Dayika Gulnaz a ku çûyî li cem serê jêkirî, destpêkê li ser seriyê birayê xwe Îzet beg xwe xuz dike, despê dike yek bi yek lehengiyênwî dihejmêre. Pişt re serê kurê xwe yê jêkirî dimersîne û dibêje “ev berxikê min e, heke derveyî doza Kurdistanê hatibûya min ê nipejiranda, min ê şîrê xwe lê heram bikira.” Divê dilsozî û girêdana xakê weke Dayika Gulnaz be.

Silav û rêzên şoreşgerî

20. 06. 2012

Mîrza Zagros

Nasnav: Mîrza Zagros

Nav Û Paşnav: Mehmet Emen