PKK Resmi İnternet Sitesi

HPG Resmi Sitesi

Gerilla TV

HPG Wêne

TU LI ÇIYA MEZIN BÛYÎ

Malbata hevalê Harûn,  ji Geverê koçberî Amediyeyê dibe û li wir bi cih dibe. Ew, li Amediyeyê ji dayik dibe û li wir mezin dibe. Beşeke mezin a temenê xwe bi şivantiyê dadigire. Heyamên şivantiyê dike, li çiyê li hevalan rast tê. Piştî wê hema bêje her roj li gel hevalan e. Rojekî  ji hevalan re dibêje ku dixwaze tevli partiyê bibe û weke wan bibe gerîlayek. Daxwaza wî tê pejirandin. Bi vî awayî hê di 16 saliya xwe de tevli refên partiyê dibe. Piştî tevli partiyê dibe, çi ji destê wî tê dixwaze bike. Malbata wî çend caran tê û dixwaze wî bibe malê. Heval, vê yekê bi daxwaza hevalê Harûn re dihêlin. Heke bêje ‘erê’ heval dê bişînin malê. Lê belê hevalê Harûn angaşta xwe tîne cih û ji malbata xwe re dibêje ez venagerim, ez carekî tevli partiyê bûme û ez ê bimînim.”

Perwerdeya xwe ya şervanê nû, li cihekî nêzî mala xwe, li Metînayê dibîne. Piştî perwerdeya xwe diqedîne jî ji bo Heftanînê tê vesazkirin. Li qada Heftanînê jî hate yekîneya me. Ez wê demê li gir dimam. Ji bo karekî ez daketibûm li cem yekîneyê. Bi şev bû. Em şevekê li wir bi hev re man. Me hev nas kir, rewşa hev pirsî. Ez dikarim bibêjim li wir di navbera me de germahiyek çêbû.

Ez dikarim bibêjim ku di pêvajoyên pişt re de jî piranî em bi hev re man. Demekî rewşa întîşarê çêbû, em li wir jî bi hev re bûn. Hevalê Harûn tim dixwest biçe li deverên ku dijmin lê heyî û li dijmin bide. Dema ji dûr ve li deverên ku dijmin girtî dinêriya û xweziya xwe pê tanî, digot “divê ez biçime li wir li  dijmin bidim, ez zilmê li kurdan dikin, kurdan dikujin.” Her tim daxwaza xwe ya lêdana dijmin tanî ziman. Dixwesta li herî pêş, di qadên herî metirsî de cih bigire. Digot divê ez di pêşiya hevalan de cih bigirim.

Dema em bi wî re diçûn xebatan, ligel ku nû bû jî, ez ji nêz ve bûm şahid ku her kar bi hêsanî pêk dianî. Dizanî ka dê kar çawa bê kirin. Ji hemû çekan fêm dikir. Ji bo ku jiyanê bîne asteke hîn baştir, hîn spehîtir ku bê jiyîn hemû hewldana ji destê wî dihat raber dikir. Dema em bi wî re diçûm peywiran, an jî di sohbetên me yên jiyanê de digot, “tu li bajaran mezin bûyî, ez li çiyê, lewre ez di riyan de ji te çêtir dimeşim, tu nizanî ka dê mirov çawa bimeşî.” Ez piranî li pêşiyê bûm û min jî tim jê re digot , “ligel ku tu li çiyê mezin bûyî tu nikarî bi min re bikevî pêşbirkê.” Sohbet û henekên me yên bi vî awayî çêdibûn.

Dema zivistan hat, me dest bi perwerdê kiribû. Rojekî min û wî dewsên şiverêya li ser berfê derketî dinixumandin. Hema ji nişka ve rawestiya û ji min re got, “em ê biharê biçin şer?” Min jî jê re got ku partî dê bi biharê re pêngavekî bide despêkirin û em ê jî di nav de cih bigirin. Ji bo vê gelek şa bibû. Pirsî ka dê heval wî bixin şer an na? Min jî got, “ev yek girêdayî pratîka ku tu raber bikî ye.” Û min lê zêde kir û got heke karên ku tu bikî baş, spehî û serkeftî bin, helbet dê heval te bibin çalakiyan. Bi rastî jî dema em derketin pratîkê, hevalê Harûn pratîkeke gelek baş raber kiribû. Çi kar jê re bihata gotin dikira, xwe jê nedida paş. Daxwaza xwe ya karkirin û tevlibûna şer di her navengê de dianî ziman. Di encamê de çû qadên şer. Tevli çalakiyan bû, rastiya şer. Serkeftî bû jî. Heval hemû jê razî bûn. Her dihat vegotin ku hevrêyekî gelek baş e û tim di refên herî pêş de cih digirt.

Di wê pêvajoyê de me zêde hev nedît lê divê ez bêjim ku ez gelek bêriya wî dikir. Çimkî ji dema hatî yekîneya me û pê de em tim bi hev re mabûn, me bi hev re jiyan parve kiribû. Hê ji wan rojan û pê de digot “ ma em li vê derê çi dikin, em biçin şer, li dijmin bidin.”

Xeyaleke min û wî hebû. Rojekî dema Kurdistan ava bû, me dê çend pez bigirta bira li ser avekî, malek çêkira, bi hev re bijiyana. Lê li aliyê din jî em di zanebûna şer de bûn. Me hesab dikir ku dibe em rojekî şehîd bikevin jî. Jixwe hevalê Harûn şehîd ket jî.

Kengê çalakiyek bihata kirin, hevalê Harûn bi israr dixwesta ku di wê çalakiyê de cih bigire, tim ev daxwaza xwe dianî ziman. Me jî digot divê her heval tevli çalakiyê bin û hewl dida wisa tevbigerin. Lê hevalê Harûn tim ji bo çûyîna çalakiyê xwe dida ferzkirin.

Êvara ku em biçûna çalakiya dawiyê ji min re hin tişt gotin. Got şeva borî xewnek dîtiye; li gorî vê xewnê dê ji çalakiyê venegere. Min jê re got ku divê wiha neaxive. Şeva ku çûyîn çalakiyê ez li noqtê mabûn. Bi rastî jî wê şevê xew nekete çavê min. Dema ku xatirê xwe ji me xwest û çû ji min re şik çêbibû. Min jî êdî bawer kiribû ku dê hevalê Harûn venegere. Di demjimêra ku ez nobedar de heval ji çalakiyê vegeriyan û gotin ku dijmin li hevalan daye. Dihat gotin ku hevalên birîndar hene. Ji bo ku em wan hevalan ji wir derxin em ketin tevgerê. Lê dema em gihaştin wê derê me dît ku hevalek şehîd ketiye. Hevalê Harûn hê jî nefes girt û dida. Bi hêviya ku em wî bibin cihekî ku em bikaribin wî tedavî bikin ketin rê. Lê mixabin hevalê Harûn li ser pişta me şehîd ket.

Hevalê Harûn tim dixwest jiyan bedew be. Keneke wî ya wisa bedew hebû ku me tim dixwest bikene. Dema dikeniya her kes bi wî re dikeniya. Kena wî ya ku li çokê xwe dida û dikeniya pir spehî bû. Me zivistanê, di dema perwerdeyê de moralek çêkiribû. Me hevalê Harûn ji bo stranekî bêje vexwende li ser dikê. Lê got ez stranan nizanim, bi rastî jî nizaniya. Lê me dîsa jî israr kir. Li ser vê yekê got ka em kîjan stranê dixwazin ku bêje. Me jî jê re got strana “êdî bes e lê dayê” bêje. Derkete ser dikê lê tenê karî du çarîneyan bibêje, nekarî dewama wê bîne. Nîvê yekîneyê rabû ser piyan û got ku dê ew jî jê re bêjin. Em li wir gelek li hevalê Harûn keniyabûn. Her ku ew kena wî tê bîra min, jiyana wî, jiyana şehîdan tê ber çavê min, zindî dibe. Bi rastî jî mirov bi bandor dibe.

Ji aliyê dî ve, xwendin û nivîsandina hevalê Harûn tunebû. Ez û ew di heman tîmê de bûn. Min hewl da ku xwendin û nivîsandinê nîşanî wî bidim. Di serê destpêkê de ji vê direvî. Digot “min bibe şer ez ê bi te re bêm, lê ez nikarim xwendin-nivîsandinê fêr bibim.” Di vê mijarê de min hewl da israr jî bikim. Min jê re got ku ji bo fêmkirina Rêbertî û partiyê pêwîstî bi vê heye.  Di dawiyê de wî jî qebûl kir ku divê fêr bibe. Hinekî fêr bû. Lê zêde bi daxwaz nîn bû. Çimkî di mijara tirkî de zehmetî dikêşa. Min gelek xwest xwendin û nivîsandinê fêrî wî bikim. Heta cihekî fêr bû. Heke şehîd neketibûya dê bihata asteke baştir…

Hevalên Wî Yên Têkoşînê

Nasnav: Harûn Gabar

Nav Û Paşnav: Hogir Salih