PKK Resmi İnternet Sitesi

HPG Resmi Sitesi

Gerilla TV

HPG Wêne

Li te digerim heval

Bîranîna sala yekemîn ya 23 Hezîranê

2010 li çemê geliyê qizil kilîs. Roj çûbû ava cih dabû bê dengiya şevê av bi tena xwe û serbest diherikî. Lê dijmin tenê şiyar bû kemîna xayina pêşa aşik dida melevanî dikir.

Du leheng rêwî bûn heval Firat Gökmen Akpolat heval Harûn( Alî Cilo)

Yek demjimêr nebibû ji me xatir xwestin berê xwe dana zozanan rêwiyê kedê bûn diçûn kar nasnedikirin ti asteng û dijmin. Ji me qut bûn û çûn lê me ticaran hêvî nedikir ku ew ê neghêjin me. Dijmin digot me we ji hevdû qutkirin. Lê xwe dixapandin. Qutbûna Apûçiyan tucaran ne fîzîkiye. Em bi şehîdên xwe dijîn û bi wan hene. Her bîranîna jiyankirina şehîdan. Salvegera şehadeta heval Firat û heval Harûn. Bi bîrtînim û li ber hemû şehîdan bejna xwe ditewînim. Me sond xwariye û sozdaye tolhildan – tolhildan.

Li te digerim heval

Parçeyek ji tebûm

Îro nîvçe mam

Bûme tar û mar

Min jibîr nekiriye

Gava destpêkê li başur

Piştrejî li Areratê

Li te digerim heval

Bi şevê re dibûme mêva

Bi roj jî dibûme guhdarê çûkan

Hezîran coşa metûl ma

Li te digerim heval

Li dengê kenê te li rengê hevaltiyê

Li fikir û remanê te

Li te digerim min xwe wenda kir heval

Di çoleke bê av de xepe sor mila barîstîn

Şolî bibu ava Aras

Bêy te time

Li te digerim heval

Heval pirin lê bi tere

Jiyan dema xwe de bi wateye

Li min bûye li min dikir godarî

Ka mêzebike li der û dora

Li te digerim heval

Îro jî xwe loma dikim

Tu ji min bi goman biwî

Her nîqaş şerk bû

Wê demê nehajî bi tenê me

Ne goh didim xwe

Ne jî goh didime kesî

Li te digerim heval

Ketime qalikê kûsî meşeke giran

Beriyek bê av

Çiyayekî bê dar

Teveke tûj şeveke tarî

Li te digerim heval

Hêjî nebûme xwedî wan şîretê te

Mejî bûye botav

Ber bayê gindir dibe

Ziwa û sivik

Carnan li asoyê

Carnan li geliyekî kur

Carnan li tehtên astê

Carnan jî li zozanê rût

Carnan li deşteke rast

Weke birûskê diçe bilez

Li te digerim heval

Birçîme li kîlerê

Baran dibare şil nabim

Nav agirdeme lê na şewitim

Li te digerim heval

Şerm dikim wek gunhbarekî

Wenda bûme û li xwe digerim

Min xwe dît

Min te dît

Pariyek ji hevin

Demagirî

Silav û rêzên şoreşgerî

Kod Adı: Fırat Munzur (Erzincan)-

Adı Soyadı: Gökmen Akpolat

Şahadet Tarihi Ve Yeri: 25 Haziran 2010'da Serhat'ta Kars Kağızman Boristan Köyü Komplo.