PKK Resmi İnternet Sitesi

HPG Resmi Sitesi

Gerilla TV

HPG Wêne

FERMANDARÊ MEZIN: AZAD SÎSER

Ew li cih û warê fermandarê efsanewî Mahsum Korkmaz mezin bibû. Bi çîrokên fermandar Egîd Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir. Bi vê kelecanê ve gava xwe avête jiyana xwe ya nû. Û bi vê bîr û baweriyê ve li çiyayên Kurdistanê 24 çar salan bê navber kedeke bêhempa da.

Sal 1976 e. Serdemeke nû dike biwelide. Komên biçûk bi baweriyeke mezin ve fikreke nû ref bi ref belavî Kurdistanê dikin. Axa Kurdistanê bi hemû zindî û hebûna xwe ve ber bi rojên nû ve diçe. Hevalê Azad di nêvengeke wiha de çavên xwe li cîhanê vedike. Malbat ligel taybetmendiyên olî,  xwedî çanda kurdînî û welatparêziyê ye. Ji ber ku zarokê malê yê mezin e ji bo di milê aborî de alîkar be di temenekî biçûk de dest bi xebatan dike. Di milekî de kar dike û di milekî de jî dixwîne. Dibistana seretayî û navîn diqedîne. Dema derbasî amadehiyê dibe qewimînin li derdora xwe bêtir lêpirsîn dike. Di van salan de lêgerînên wî yên şoreşgerî her ku diçe pêş dikevin.

Sal 1984. Serdemeke Nû Diwelide.

Sal 1992 ye. Serdemeke nû hikmê xwe pêk tîne. Şerê gerîla weke pêlên behrê xwe li qiraxên nû dixe. Weke li her devera Kurdistanê, li cih û warê fermandar Egîd li Êlihê jî her roj bandora Tevgera Azadiya Kurdistanê zêdetir dibe. Ciwan kom bi kom berê xwe didin çiyayan. Hevalê Azad Sîser, ê ku di nava xebatên xwendevanan de cih digire, di sala 1992’an de li herêma Botanê tevli refên PKK’ê dibe. Şerê gerîla belav bûye û li her deverê her roj şer geştir dibe. Di vê demê de navenda şerê germ, Botan e. Azad Sîser ligel ku nû ye jî, bi kelecaneke mezin xwe tevli vî şerî dike. Ji sala 1992’an heta 1998’an li hemû qadên Botanê têkoşîna parastina welêt dide. Di vê pêvajoya 7 salan de du caran diçe qada Rêbertiyê perwerde dibîne û dîsa vedigere welêt. Fermandar Sîser di nivîseke xwe de girîngiya vê perwerdê wiha tîne ziman; “..li qada Rêbertiyê felsefeya dîtina Rêbertiyê û dîsa dîtina rastiya civaka me û têkoşîna me, ji bo min di şerê min ê gerîlatiyê de demeke girîng bû”. Ev pêvajoya heft salan di seranserî jiyana gerîla Azad de ciheke cuda digire. Lewre ew bingehê zanistiya şer û azmûnên gerîlatiyê di dilê Kurdistanê de li çiyayên Botanê digire.

Azad Sîser di 1998’an de dema ji qada Rêbertiyê vedigere welêt, du salan li eyaletên Amed û Garzanê têkoşîna gerîlatiyê dimeşîne. Di pêvajoya agirbesta yekalî de car din vegeriya Başûrê Kurdistanê û heta 2003’an li qadên cuda yên Başûr xebat bi rê ve dibe. Piştî kongreya Kongre-Gel a payîza 2003’an hate li darxistin, Azad Sîser di xebatên Komîteya Parastina Rewa de cih digire. Ji bo Pêngava 1’ê Hezîranê bi awayekî bi rêkûpêk bikeve meriyetê, derbasî eyaleta Erziromê dibe. Piştî demekî dirêj şerê gerîla ji nû ve li qada Bakur bipêş dikeve. Azad Sîser, di demeke kurt de bi çalakiyên xwe û şêwaza tevgerîna xwe ve bala her kesî dikişîne li ser eyaleta Erziromê. Ji sala 2005 heta 2008’an li vê eyaletê dibe xwedî sekneke mînak û mohra xwe li çalakiyên girîng dixîne.

Ligel ku di seranserî jiyana xwe ya gerîlatiyê de xwedî hêzeke wateyê ya xurt jî bû, di azmûna şerê salan a gerîlatiyê de pijiya bû jî lê wî xwe li hemberî rêberê xwe û gelê xwe her tim kêm û nebes didît. Bi van hest û ramanan her tim hewl dida ji demê re bibe bersiv. Ji ber vê jî li hemû qadên ku lê bû serkeftinên mezin bi dest dixistin. Hevalê Azad, demekî dirêj bi fermandarê Şerê Gelê Şoreşgerî Reşît Serdar re têkoşîn meşand.

Di sala 2008’an de dema ku dewleta tirk li hember qada Zapê çalakiya bejahiyê pêk anî jî hevalê Azad Sîser, di rola pêşeng de di vî şerî de cih girt. Hevalê Azad, di seranserî pêvajoya vî şerî de qehremaniyên hatine jiyîn, şahadetên hatine dayîn, parvekirin, wêrekî, dilgeşî, hêvî û zehmetiyên di kêliyên dawî de hatine jiyîn bi pirtûka xwe ya bi navê ‘Zap’ê ve bê mirin kir û kir malê dîrokê. 

Di seranserî pêngava şerê gel ê şoreşgerî yê di sala 2010’î de li Xantepe, Çelê, çalakiya Qereqola 49, çalakiya Şitazin û di gelek çalakiyên din de hevalê Azad, ligel fermandar Reşît Serdar di kordîneya çalakiyan de cih digire.  Bi hişmendiya leşkerî, wêrekî, di hedefê de kilîtbûn û bi tevî taybetmendiyên xwe yên fermandarî ve hevalê Azad bû fermandarê demê. Lewre li gorî wî, divê şoreşgerek her kêliya jiyana xwe fedayê şoreş û azadiyê bike.

Li hemberî dagirkeriya tirk di sala 2016’an de ji aliyê gelê kurd ve xwerêveberiyên ku hatin îlan kirin di pêşengtiya hevalê Azad de destpê kir. Bi şêwaza xwe ya afirîner û bi baweriya xwe ya xurt, hişt ku berxwedaniya Sûrê bi pêş bikeve û Aamed bibe keleha berxwedanê. Fermandar Çiyager ê ku bi rihê Mahsum Korkmaz li Sûrê şer kir û got “her çi dibe bila bibe encam dê biheybet be” hevalê Azad jî ji çiyayên Amedê bi şerekî mezin piştgirî da vî şerî. Ne rasthatinek e ku fermandar Egîd, Çiyager û Azad Sîser ji heman bajarî ne. 

Rêhevalêkî wî wiha behsa wî dike; “Ew fermandarekî ku bi çanda PKK’ê ve dijiya bû. Bi ked û şêwaza PKK’ê xwe afirandibû. Di sekna wî de, meşa wî de, axaftina wî de û heta di hêrsbûna wî de sekna kadroyên pêşeng hebû. Her hevalekî ew nas kiriye teqez kêliyeke rûken û dilgeş a ji hevalê azad mayî di bîra wî de zindî ye. Ji ber ku hezkirana wî ya li hember hevaltiyê û jiyanê pir mezin bû. Hevalên nû ligel wî xwe weke kadroyên salan didîtin, bi vê baweriyê ve nêzikî peywiran dibûn. Taybetmendiyeke heval Azad a herî baş jî di her kêliya jiyanê de hem pir dilnizm û hem jî giraniya fermandartiyê li mirov dida hîskirin. Bi vê xeta zirav ve hêz û baweriyeke mezin tevli hevaltiyê dikir. Ji ber vê jî xeta lewazbûn û bêbawerbûnê ligel wî xwe di kesayetên cuda de jî nikarabû bida jiyîn”.

Di destpêka Gulana 2016’an de li herêma Licê ya girêdayî Amedê di navbera artêşa dagirker a tirk û hêzên HPG'ê de şerek diqewime. Artêşa dagirker a ku nikare gavekî jî pêş de biçe, bi balafirên şer ve hewl dide encamê bigire. Di encama vî şerî de di 2’ê Gulana 2016’an de Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê hevalê Azad Sîser û Çekdar Amed ligel çar hevalên xwe tevli karwanên nemirên Kurdistanê dibin.  

Hevalê Azad Sîser di seranserî jiyana xwe ya gerîlatî ya 24 salan de dibe xwedî sekneke mînak. Bi şêwaza xwe ya afirîner, bi wêrekiya xwe, bi zanistiya xwe ya şer ve di dilê hemû gerîlayan de weke fermanderekî ku dê tu caran neyê jibîrkirin cih digire.