PKK Resmi İnternet Sitesi

HPG Resmi Sitesi

Gerilla TV

HPG Wêne

ABÎDEYA DILPAKÎ, EGÎDÎ Û WEKHEVIYÊ FERMANDAREKÎ APOYÎ

Dîrokeke biêşe Botan. Navenda vejîna mirovahiyê, pîrozbûnek bêhempa dide axa wê. Erdnîgariya wê, gelek êşên mezin kevin kir. Çawa ku îro xwe bi rabirdu xwedî dike û digihîne dahatu,sehit adil
 axa Botana qedîm jî bi berxwedan û têkoşînê xwe gihandiyeroja me. Gelek şer û pevçûn, artêşên dagirker xwestin axa wê ya bihûştîn bikin dojeh. Lê axa wê ya çiyayî her çû bedewbû, her çû bi destanên lehengên egîdî xwe neqîşand. Xwezaya wêya efsûnî, dîroka wê ya zîndî, heybeta wê ya serhildêr mîna gerîneka avên kûr mirov dikişine hinavên xwe. Pêxember Nûh, jiyana pîroz ji bo ji lanetbûyînê biparêze, berê keştiya xwe dide ber bi çiyayê Botanê. Cûdiya Mirada hembêza xwe ji serhildana pêxember Nûh re vedike. Neolîtîka Mezopotamya çawa cara yekemîn ji mirovahiyê re dibe dergûşa civatbûyînê, çandiniyê û hwd. ji bo pîrozbahî bi ser keve careke din Cûdiya Mezopotamya xwe dighîne hewara mirov, nebat û lawirên keştiyê pêxember Nûh. Botana Mezopotamya, gelek caran ji keremeta mirovahiyê re bûye wargehekedîrokî. Axa wêya kevnar û serhildêr ti carî zaliman nehewandiye. Her tim li dijî zalim û serdestan bi çiyayên xwe, bi zarokên xwe yên leheng şer kiriye. Ti carî rê nedaye seferên Îskender ê Makedon,desthilatdarî û dagirkeriya dewletên dîtir. Egîdî, berxwedanî, pîrozbûn tim mohra xwe li rûpelên dîroka wê ya zêrîn xistiye. Netew dewleta Tirk qirkirin, bişaftin, înkar û îmhayek pir mezin li ser gelê Kurd meşandiye. Li hember zilmê cewherê xwezaya gel e ku tevgera PKK’ê jî ji vê bandora bêsiud reweke bertekekê azadiyê derket holê. Cih û warên destpêkê Botan e. Ji bo fîşeka yekemîn; gerîlayên Kurd û gelê Mezopotamya, ji bo li hemberî zordestan xwe biparêzin berê xwe dane hêlîna teyran, çiyayên asê. Egîdên ku tim li hemberî neheqiyê şerkirine, tim xwe spartine dergûşa çiyayan. Çiya tim ji gelên bindest re bûne perestgehên pîroz. Nexşeya Botanê bi vîn,wêrekî û xwîna egîdan hatiye xîz kirin. Fermandarê mezin Egîd li hemberî neheqiya dewleta Tirkan li ser vê xakê bû ferman, bû meşaleya agir ê ku ti carî netemire li lûtkeyên Botanê. Yek ji şopdarên fermandar Egîd jî rêhevalê Adil Bilikî ye. Rêheval Adil Amed, li gundê Bilîka ku li qontarê çiyayê Cûdî ye hate dinyê. Di temenê zarokatiya xwe de êşên pir mezin dijî. Du birayê wî yên mezin ku li ser sînorê Bakur û Başur qaçaxvaniyê dikin ji aliyê wampîrekî ve, ango leşkerên Seddam Huseyn ve tên kuştin. Ji ber vê bûyera biêş berpirsiyariya malbatê dikeve li ser milên wî yên biçuk. Lê wî di jiyana xwe de tim bi dilekî mezin têkoşîn kir. Ji bo aboriya malbatê, ji Cûdî komir dibir navçeya Sîlopiyê difirot û debara malê bi wî rengî dikir. Zîrekbûna wî, fêm û feraseta wî bala şêniyên gund dikşand. Lê di xeyalênAdil de tim xwe giyandina lûtkeyên Cudiyê Mirada hebû. Rêhevalê Adil, hê di temenekê biçûk de bala gerîlayên ku tên gund û diçin jî dikşîne û gerîlayên têkoşîna azadiya gelê Kurd bi zagona leşkerî ve wî di sala 1987`an de tevlî nava refên gerîla dikin. Lê min ev yek ti carî hezm nekir min digot; PKK ne ji bo kuştina gelê Kurd ji bo jiyandina gelê Kurd têkoşîn dike. Dema ez çûm çalakiyê min nehişt heval destê xwe bidin zarokan û min wan parast, lê dema piştî çalakiyê em zivirîn noqtê, Zekî ez bêçek û rext kirim û fermana îdamê da min. Haya min jî ji ti agahiyan nebû, lê dewleta Tirkan qenal TRT 1 di nûçeyên xwe de gotibûn `terorîstên nebikêr, nikarin çend zarokan bikujin`. Li ser vê nûçeyê Zekî jî tehrîk bû û min bêçek û rext kir. Lê baweriya min jî tim bi edeleta partiye hebû. Ji ber ku min biryareke rast dabû û pêkanî bû”. Fermandar Adil dema behsa bîranînên xwe dikir kûr û dûr diçû, keserên kûr dikişand û digot “heval, min pir êşên mezin kişandin. Lê tiştê ku min li ser linga dihêle, tolhildana şehîdan û gelê min e”. Dema mirov li fermandarê efsunî hevalê Adil mêze dikir, mirov êşên ku kişandiye û vê yekê çawa kesayetek pola afirandiye didît. Ew tim di zor û zehmetiya de li pêş bû. Digot “hezkirin çalakbûyîne”. Fermandarê eyaletê bû, lê tim diçûkeşfê, peywirên erzaq anînê, nobet digirt, ji hevalan re bo xwarin çêbike li mitfaxê, ji bo nan bipijîne li ber sêlê, di çalakiyan de tim di êrîşê debû. Ango jidervî çend saetên xewê hevalê Adil vala dîtin nepêkan bû. Bi vê terzê xwe, hevalên derûdora xwe perwerde dikir. Bi sekna xwe ji pêdiviyên demê re dibû bersiv. Enerjiya hevalê Adil, hezkirina wî ya ji welat, gel û têkoşîna azadiyê re bû. Enerjiya hevalê Adil,bi ked û fedekarî, bi coş û moral, bi terz-taktîk, tempo-şêwaz û dewlemendiya îradeya kesayet li ber çavan radixist. Tiştê ku herî zêde fermandar Adil dixist tengasiyê, rewşa Rêber Apo bû, rewşa Rêber Apo êşek bêsînor dida wî. Û ev yek tim dianî ziman “heta Rêber Apo azad nebe jiyîn ji min re herame”. Hevaltiya wî tim rast û durust bû, ji ber ku êşên hevalên kêleka xwe tim hîs dikir. Ji bo hevaltiyê biparêze bi dehan caran ligel me xwe dixist xeteriyê. Civakbûyîn di kesayeta hevalê Adil de tim bi vê rengî dihat jiyîn. Ew gulekî ku birînên dijwar dipêça bû. Ew dilek bû ku ji bo hevaltiyê diavêt. Dema hevalek li Dêrsimê şehîd biketa nediaxifî, ne xwarin dixwar û nejî jiyan asayî dipejirand. Lê dema diçu liser gir û çeperên dijmin, bi afirîneriyeke pir hostayî derbe li dijmin dixist û vedigeriya, bêhna wî derdiket û dikaribû nefes bistenda. Dema fermandar Adil tê gotin, pêwîste destpêkê evîna wî ya terz, qûral û pîvanên gerîlatî bê bîra şopdarên wî. Ji ber ku gerîlatî ji bo heqîqetê serhildane, serhildêriye. Ew fermandarekî ku welatê xwe dixwest ji zorbatiya dewleta rom rizgar bike. Ji ber ku sêhr-heybet û çavkaniya hêza gerîla, pîvan û quralên wîne. Ji ber vê sedemê, disiplîn di cewherê xwe de tim zindî dihişt. Şer qada xeteriyê û rîskêye, şer bi xwe duelo ye,bibiryarbûyîn bibû taybetmendiya kesayeta wî. Bi biryardayînekî pir xurt bi zeka û hestên pir mezin, di qada xeterî û rêskê de li hemberê neyarê hov, disekinî, şer dikir û hevalan dida şerkirin. Bi wêrekiyek pir mezin tevlî çalakiyan dibû û encam digirt. Fermandar Adil bênavber 21 sal, bitaybet jî li çiyayên Botanê û li gelek deverên cuda fermandartiya gerîla bi serkeftî meşand. Dixwazim çîroka meşa wî ya azadiyê ya bi îstîkrar kurt be jî parve bikim. Afirênerî, her tim beravajî dijmin xwe rêxistin kirin, hunerên wî yên hest-aqil û milîtanek bawermed; li hemberî zor û zehmetiyan hewldanên çavkaniya wî ya fikir, îrade, xwînsariya wî ya dinav mirinê de jî, rast fikirandin û tevgerkirin. Hestewariya wî ya lewaztiya dijmin ditîn û çûyîna ser hedef û hedef xistin, îrade dijmin şkandin. Hişyarbûn, jîrbûn û bawerîdayîna hêza xwe,ev taybetmendiyên wî di şer de tim li pêş bûn. Fermandar Adil divan 21salan de di gelek çalakiyan de, di êrîşê de, di parastinê de, di koordînê de, di kemînan de di sergirtinên dijmin de rol û misyon girt û bi serkeftî têkoşîn kir. Di sala 2006’an de Rêber Apo got; “milîtanên bimin ve girêdayî bila biçin Bakur”.Fermandar Adil jî di vê salê de derbasî çiyayê Gabarê, warê fermandar Egîd bû. Di vê salê de bi dehan çalakiyên serkeftî pêşxist, ji ber ku pêşengtiya Gabarê û di dîroka şerê PKK’ê de Gabar xwedî cihekî stratejik bû.Vê jî dida nimandin ku dê sala 2007’an pir dijwar derbaz bibûya. Nîjadperestiya netew dewleta Tirk û hevparên wî yên dewletên kapîtalîst û emperyalist, Emerîka, Îngilîz û Îsraîl bi hev re qomploya navnetewî dixwestin di sala 2007’an de kûr bikin û bimeşînin.Li girava Îmraliyê jehrîkirina Rêber Apo, di giyana fermandar Adil û gerîlayên wî yên Gabarê de înfîalek afirand. Artêşa Tirk bi hêza xwe ya deh hezaran ve operesyoneke pir berfireh li Gabarê da despêkirin. Armanca operesyonê, rola Gabarê ya pêşengtiya stratejik bişkîne bû. Li her deverê Gabarê şer-pevçûn û şewat bû. Ew rewş di adarê de destpêkir heta dawiyameha gulanê berdewam kir. Li aliyekî êrîşên dewleta tirk û dostên wî yên kapîtalîst, li aliyê din jî komekê biçûk û dinava bêderfetiyan de di pêşengtiya hevalêAdil de gerîlayên Kurd.Di vê pêvajoyê de gerîlayên Kurd berxwedaneke dîrokî nişan dan ûbi dehan caran derbeyên pir giran li dijmin xistin. Birçîbûn, tazîbûn, bêcebilxane bûyînhebû, lê bes bawerî û îradeya wan mîna taybetmediyên xwezaya çiyayên Botanê bû. Li hember ewqasî êrîşên firokeyên şer, kobrayan, hawan, obîsan û sîlehên ferdî yên dijmin, gerîlayên Gabarê bi vîna xwe ya tazî li berxwedidan. Fermandar Adil di civînekê de jî ji bo dengê çekên dijmin bi henekî digot: “dengê van çekên dijmin nebe xewa me nayê” bi vî awayî hevalên ligel xwe motîveyî şer dikir. Şer karekî kolektif e. Lê şerê ku di Gabarê hate meşandin de di asta rêveberiyê de bi tenê hevalê Gelhat ji hevalê Adil re dibû alîkar. Mirov dikare bibêje ku yek sedemek şahadeta wî jî tenê mayîna wî bû. Lê ruxmî tenê mayîna wî jî, tim bi coş, moral û dilnizim bû. Tiştê ku jiyanbikira her tim bi hevalan re parve dikir. Kêliyeke vala ti carî ji xwe re nedipejirand. Jiyana wî bi xwe perwerde bû. Derdora xwe tim perwerde dikir. Mirov dikare bibêje di kesayeta xwe de rêxistin dida jiyan kirin. Fermandar Adil bi tenê ji tiştekî re tehemûl nedikir, ew jî têkçûyîn bû. Bertekên wî yên li hember têkçûyînê, kesayeteke serkeftî di rastiya wî de ava kir. Dîsa mirov bixwaze hevalê Adil nasbike, kîna wî ya ku ji serhildana Agirî mabû ku Îhsan Nûrî Paşa digot: “Agirî agir dibarîne” kîn û hêrsa wî, mîna volqanên çiyayê Agirî bû. Belê em werin dîsa pêvajoya Gabarê, vê pêvajoyê tenê mirov dikare bi romanekê şîrove bike. Lê kurt be jî em li ser vê pêvajoyê rawestin. Di şahadeta hevalê Adil û hevalên din de, zanist û teknolojiya dewletên kapîtalîst rolekê sereke leyîstin.Dewleta Tirk ji dewleta Îsraîlê heron kîrîbûn. Heron wê demê nûbû û gerîlayên PKK’ê ev teknîka hîna zêde nasnedikirin. Lê çalakiyên fermandar Adil, mîna çalakiya çiyayê Bizina TRT Gabar, çalakiya kuştina serheng û serdarêntirkan hwd. dijmin felç kiribû. Vîna dijmin şkestîbû û tenê di destê wî de heronên Îsraîlê mabû. Wext mîna rûbarekî har demsal ber bi zivistanê dibir, pirsgirêka erzaq pir cidî bû, jixwe berxwedana heyî bi zikê birçî hatîbû meşandin. Dijmin rastiya Gabarê baş dizanîbû û tim li derdora Gabarê kemîn diavêt. Fermandar Adil li pelên darên weşiya mêze dikir û xemgîn dibû; “ax me ev zivistan jî derbas bikira, bi biharê ve emê bikevin bajarên derdorên Gabarê û ji dijmin paqij bikin”. Quwetên biryargeha Gabarê ji bo peywirek erzaq xwe dabûn noqteyek ne guncav. Heronan 24 saetan nêçîra gerîla dixwest bikira. Bi dehan caran serdegirtinê noqteyan ên dijmin bi teknîkê çêbibûn. Saet 3.30`î şevê balafirên şer li noqteya biryargeha Gabarê dan. Heval dîsa difikirin ku ew serdegirtin jî mîna ewên dîtir ê bi teknîkê were kirin. Îxtîmal nadin ku di bin êrîşa hewayî de leşker jî were, leşkerên Tirk derdora şikefta fermandar Adil wan girtîbûn. Saet neh û nîvê sibê, hevalê Adil serbazekî Tirkan dikuje û şer destpê dike. Di vî şerî de hevalê Adil ji dilê xwe birîndar dibe. Heval bi kefiyekî rûyê wî digrin û dibêjin ji xwe şehîd ketiye, lê tam di wê kêlîkê de fermandar Adil ji nişkave radibe û dibeze, bi dirûşmên “şehîd namirin, bijî Serok APO”, dibe mîna alekî û dibeze. Ji bo cenazê wî nekeve destê dijmin dibeze, dibeze ji ber ku ew ji hemû zor û zehmetiyên şoreşê re beziya bû.Dibeze ji ber ku ew mîna çiyayên Botanê tim serhildêr bû. Belê, ev nivîs nabe ku kêliyeke jiyana fermandar Adil îfade bike, berî kutevli nav karwanên nemiran bibe pişta xwe dabû darekê û awirên wî yên hişk û wêrek li ser dijmin bû, kulma wî şidayî bû. Her kêliyeke bi te re şanaziya jiyana me ya herî mezin bû. Em ê te ti carî ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin.

Îskan AMED