PKK Resmi İnternet Sitesi

HPG Resmi Sitesi

Gerilla TV

HPG Wêne

Jİ GOTİNÊN Ş.ŞİYAR;

“Navê min Şiyar di sala 1981 de li gundekî Sîrtê hatime dinê. Hetanî sala 1989- 1990 me heval naskirin. Heval dîtin û çûyîn û hatine wan bû sedemê ku sampatiye me li hemberî wan çêbibe.sehit siyar1
 Terzê jiyane wan axiftinê wan û sekna wan mirov dikşandin xwe. 1991 şûnde gundê me hate şewtandin û bi zor ême koçberî İstenbolê kir. Li wê derê heya demekê mirov dikarê bêjê em ji partiyê qut bûn. Heta Serokatî  hate girtin em tevlîbû xebatê rêxistinê bûn û me cihê xwe di çalekiye de girt. Sala 2000 me xwest em tevlî rêxistinê bibin li belê ji ber hinek sedeman ez tevlî ne bûm. Tevlî bûne min sala 2001 çêbû. Niha jî çarçeva pêşniyare xwe de em diçin Bakur. Di wê çarçevê de zanebûen wê û kûratiye wê em diçin. Di vî temelî de em dibêjin pêvajoyeke hesas de em derbas dibin. Di wir de misyoneke cûde partî dide ser milê me. Di xwesertiye wê alanê de partî perspektîf da me. Ew tecrîde li ser Serokatî  û êrîşê li ser gelê me li ser gerila dîsa helwesta dewleta Tirk li hemberî têkoşîne PKK ê imha bikin. Em jî li wê derê çi ji destê me werê emê bixwzin hêjî layîqê van şehadetê ku di têkoşînê de hatine dayîn û berxwedaniye ku hatine kirin. Emê li wê derê bixwazin ala wan rakin ser milê xwe û di nava têkoşînê de cihê xwe bigirin. Layîqê wan şehadetê di nava têkoşînê de û ji xebatê Serokatî  re bibin bersiv. Li ser wî asasî coşa me jî heye. Dema em diaxivin jî coşa me heye. Ev cara yekeme emê derbas bibin. Xwesteke me û heyecan eme di astekî bilinde ye. Emê bixwazin vê coşa xwe yansima xebatê xwe bikin. Li ser vî asasî em ji tevahî hevala re serkeftin dixwazin. Emê bixwazin layîqê gelê Kurd bibin. “